SÊRT- Li gundê Dodanê 4 demsalan çandinî tê kirin

31 xulek berê
RÛDAW
Gundê Dodanê yê Hewêlê \ Wêne:AA
Gundê Dodanê yê Hewêlê \ Wêne:AA
Nîşan Gundê Dodanê Hewêl Sêrt Cotkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Axa gundê Dodanê yê li navçeya Hewêlê ya Sêrtê bi xêr û bêr e û  bi berhemên xwe yên sebze û keskahiyê û şitlên wan navdar e.

Ji muxtarê gund heta mela, jin û ciwanan hemû xelkê gund bi hev re çandiniyê dikin.

Gundî salê çar demsalan û bêyî rawestan li gund cotkariyê  dikin.

Çandiniya di bin sereyan de 17 sal berê bi berhemanîna şitlên sebze û keskahiyê dest pê kir.

Lê xelkê gund van salên dawî bi awayekî modern çandiniyê dikin.

Di bin serayan de ji bo biharan şitlên bacanê sor, bacanê reş û zebeş diçînin.

Ji bo payîz û zivistanê jî berhemên wekî xiyar û pîvazterkan diçînin.

Gundî dibêjin ew 365 rojên salê kar dikin û li gund ti kesek bêkar nîne.

Gundê Dodanê 80 mal in û  hejmara niştecihêyên gund 750 kes in.

Hejmara serayên li ser 45 donim erdê gund îsal gihiştiye 160 serayan û her sal zêde dibin.

“Gundî di serayên xwe de dixebitin”

Muxtarê Gund ê bi navê Eyûp Hazar li ser çandiniyê wiha got:

"Li gund hinekan serayek heye lê hinekan 3 heta 4 û 6 sereyan jî hene. Her kes bi serayan ve mijûl e.

Karê vî gundî çandiniya di bin serayan de ye. Ji vê derê re dibêjin Antalyaya biçûk.

Wekî xelkê Antalyayê gundiyên me jî ji xwe re kar dikin û bi axê û sereyan ve mijûl in."

Çandiniya di bin sereyan de 17 sal berê bi berhemanîna şitlên sebze û keskahiyê dest pê kir.

Lê xelkê gund van salên dawî bi awayekî modern çandiniyê dikin.

“Em alîkariya hevdû dikin”

Jina cotkar a bi navê Methiye Hatunanayê jî li ser karê cotkariyê wiha got:

 “Em li vî gundî niştecih in. Em kar dikin û diçin alîkariya xelkê gund û cîranan.

Dema karê me hebe ew jî tên. Em pîvazan diçînin û niha wan paqij dikin.

Her wiha em di bin sereyan de xiyaran jî diçînin. Li vê derê her tişt jî heye.”

Gundî dibêjin ew 365 rojên salê kar dikin û li gund ti kes bêkar nîne.

Cotkarê bi navê Kasim Hatunana jî diyar kir ku li gund ti kes nasekine  Dema sibehê gundî ji xew radibin çaya xwe vedixwin û diçin ser karên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst