AMED -Di qezaya trafîkê de 3 kes mirin 2 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çêrmûkê ya Ameda Bakurê Kurdistanê otomobîlek li zinaran ket û di qezayê de 3 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.
Otomobîla bi plaqeya 06 MUR 73 ku S.B diajot li gundê Alosî ji rê derket û li zinaran ket.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê sewqî cihê qezayê hatin kirin.
Tîmên tenduristiyê li cihê qezayê tesbît kir ku şofêr S.B û kesekî din li cihê qezayê mirine û 3 kes jî birîndar bûne.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneya Çermûkê.
Hat zanîn ku tevî hemû mudaxaleyên bijîşkî birîndarek li nexweşxaneyê miriye.