Li Meletî û Erzinganê dibistan rojekê tên girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Erzingan û Meletiyê ji ber berfê dibistan sibe tên tetîlkirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Meletiyê, ji ber berfa ku li bajêr ket û ji ber metirsiya bager û cemedê, 25ê Çiriya Paşîn hemû dibistanên fermî û taybet hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo xebatkarên raya giştî yên astengdar û ducanî, dayikên ku zarokên wan diçin kreşê an jî pêşdibistanê û personelên ku nexweşiya wan a kronîk hene jî îzna îdarî hat dayîn.
Her wiha li Erzinganê ji ber berfê li tevahiya bajêr hemû dibistan sibe hatin tetîlkirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Erzinganê, li tevahiya bajêr berf dibar.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ji ber ketina berfê dibe ku di rêyan de cemed çêbe û di çûyîn û hatinê de tengasî derkeve.
Her wiha di daxuyaniyê de hat goti, "Li tevahiya bajarê me hemû dibistanên fermî û yên taybet ên girêdayî Wezareta Perwerdeyê 25ê Çiriya Paşîn hatin tetîlkirin."
Ji bo xebatkarên qamûyê yên astengdar û ducanî jî îzna îdarî hat dayîn.