SILÊMANÎ - Komeke çekdarên DAIŞê hat desteserkirin

24-11-2024
RÛDAW
Wêne û dîmenê operasyonê: Wêne û vîdeo:Birêveberiya Giştî ya Operasyonên Silêmaniyê
Wêne û dîmenê operasyonê: Wêne û vîdeo:Birêveberiya Giştî ya Operasyonên Silêmaniyê
Nîşan DAIŞ Birêveberiya Giştî ya Operasyonên Silêmaniyê Silêmanî Kerkûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Birêveberiya Giştî ya Operasyonan a Silêmaniyê diyar kir ku 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 14 çekdar jî hatin desteserkirin.

Birêveberiya Giştî ya Operasyonan a Silêmaniyê li ser operasyonên li dijî DAIŞê daxiyaniyek belav kir. 

Di daxuyaniyê hat eşkere kirin ku ew çekdarên DAIŞê yên hatine kuştin û hatine desteserkirin komeke gelekî metirsîdar a DAIŞê bûye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat tekezkirin ku bi operasyonên berdewam tola şehîdên Qeredax û Nawşiwanê jî hatiye standin.

Li gorî daxuyaniyê wê koma DAIŞê li ser navê “Wîlayeta Kurdistanê” hareket dikir ji holê hat rakirin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê jî hat kirin ku wê komê karsaz û bazirgan revandine û ew neçarkirine ku pereyan ji serkirde û tîmên wan ên din re bişînin.

Birêveberiya Giştî ya Operasyonan a Silêmaniyê di beşeke din a daxuyaniyê de eşkere kir ku wê ji bo desteserkirina çekdarên DAIŞê li Silêmanî, Kerkûk, Helebce, Ranye û Derbendîxanê gelek operasyon pêk anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst