Li Rihayê qeza: Miriyek û 6 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn, kesek mir û 6 kes birîndar bûn.
Derengê şeva borî li ser rêya navbera Riha û Amedê, otomobîla bi şofêrtiya Tarik Kizilay û otomobîla bi şofêrtiya Halîl Altun li hev qelibîn.
Di bûyerê de 3 ji wan polîs 7 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhestin nexweşxaneyên bajêr.
Li nexweşxaneyê tevî hewldanên bijîşkî Serokê Rêxistina Partiya Rêya Milli ya Rihayê Mehmet Kolkara canê xwe ji dest da.
Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.