Li Şirnexê cerdevanekî bi şaşî xwe kuşt

24-11-2023
RÛDAW
Nîşan Cerdevan Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, cerdevanekî di dema “operasyonê” de bi şaşî xwe kuşt.

Li gorî nûçeya Şirnak Haberê, cerdevanê girêdayî Fermandariya Qereqola Kizilsuyê yê Fermendariya Cendirmeyan a Şirnexê Faruk Bîrlîk, di dema “operasyonê” de bi şaşî gule li xwe reşandin û mir.

Tîman cenazeyê Faruk Bîrlîk ji bo otopsiyê veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Piştî encamên otopsiyê, dê cenazeyê Birlik li gundê Şêxreşê yê Şirnexê were veşartin.

Li gorî agahiyan, Faruk Bîrlîk bavê 4 zarokan e.

Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst