Tehîna Pira Îsê li cîhanê deng vedaye

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amêdîya ku bi tehîna xwe navdar e “Festîvala Tehîna Amêdiyê” tê lidarxistin.

Tehîna Amêdiyê gelekî meqbûl e û Amêdî tehîna xwe difiroşin gelek welatan.

Festîvala Tehîna Amêdiyê doh dest pê kir û dê îro bi dawî bibe.

Li Amêdiyê gelek aşên tehînê hene lê bi taybetî jî “Tehîna Pira Îsê” tehîneke gelekî navdar e.

Dîroka Tehîna Pira Îsê vedigere beriya niha bi 500 salî.

Silêman Deştanî 23 sal in di aşê tehînê de dixebite û li Amêdiyê aşekî wî yê tehînê heye.

Ew kunciyan bi 9 qonaxên cuda dikin tehîneke Kurdewarî.

Gelek caran li dikanan tehîn peyda nabe çimkî çawa ku ji êş derdikeve yekser tê firotin.

Silêman Deştanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Zehmetiyên her cureyê tehînê hene, tehîna min li bazarê gelekî peyda nabe.

Wekî hûn dibînin hemû hatiye firotin.

Dema ku em li aş dikin xelk navê xwe dinivîse da ku dor bigihe wan.”

Di festîvalê de 3 jinên ji Amediyê tehîna xwe nîşan dan, ew bi xwe di kargeha xwe de dixebitin û tehîna xwe li bazarên Herêma Kurdistanê difiroşin.

Yek ji wan jinan Hêlîn Amêdiyê got:

“Tehîna me di vê festîvalê de ji hemû tehînên din cudatir e, ji ber ku jinên Amedî kunciyên ku li herêma me hene bikar tînin.”

Piştî hatina Serok Barzanî ya Amêdiyê, Parêzgarê Dihokê û Qaymeqamê Amêdiyê erkdar kirin ku salane festîvala berhemên xwemalî li navçeyê were kirin.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter anî ziman:

“Em dibînin ku sal bi sal bi awayekî baştir û xweşiktir û bi paketên rêktir û bedewtir tehîn tê nîşandan.

Ev yek dê rê li ber firotina zêde bi taybetî ji aliyê geştiyarên ku serdana vir dikin veke.”

Li parêzgeha Dihokê salane li ser 2 hezar û 653 donim zevî kuncî tê çandin.