HESEKÊ: Termê ciwanekî di Çemê Xabûrê de hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Şeddadê ya li başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye, termê ciwanekî di Çemê Xabûrê de hat dîtin.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), doh li Hesekê termê ciwanekî di Çemê Xabûrê de hat dîtin.

Piştre diyar bû ku ew ciwan bi guleyan hatiye kuştin û heta niha jî sedema kuştina wî nayê zanîn.

Li gorî SOHRê ji destpêka îsal ve, 82 kesên sivîl li herêmên Rêveberiya Xweser hatine kuştin.

 SOHRê da zanîn ku di nav wan de 12 jin û 9 zarok jî hene.