Li ser rêya Berdereş-Kelekê qeza: Şofêrekî ji Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest da

24-11-2023
RÛDAW
Nîşan Dihok Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Berdereş û Kelekê ya Dihokê 2 tanker li hev qelibîn, di encamê de kesekî ji Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest da. 

Şahidê bûyerê yê ku dîmen ji Rûdawê re şand got:

“Piştî qezayê agir bi derdorê ket. Şofêrê tankerekê asê ma û yek jî hat rizgarkirin.”

Rêveberê Parastina Sivîlan a Akrê Îbrahîm Feqî jî ragihand:

“Kesê ku canê xwe ji dest daye xelkê Bakurê Kurdistanê ye û kesê birîndar jî xelkê Tilisqofê ye û Xiristiyan e.

7 tîm ji bo kontrolkirina agir li cihê bûyerê amade bûne.”

Rêveberê Parastina Sivîlan a Akrê herwiha hişyarî da ku ji ber îhtimala teqînê divê xwe ji cihên bûyerên çûnûhatinê dûr bigirin.

Rêya Berdereş-Kelekê li ser sînorê parêzgeha Dihokê ye û Deriyê Îbrahîm Xelîl bi Hewlêrê ve girê dide.

Rojane bi sedan barhilgir û wesayîtên taybet vê rêyê bikar tînin.

Li gorî vîdeoyên ku ji Rûdawê re hatine şandin, li nêzîkî gundê Beşîriyanê ya navçeya Berdereşê şewateke mezin derketiye.

Şewat her ku diçe belav dibe û agir hîn nehatiye kontrolkirin.

Ji bo alîkariyên vemirandinê, tîmek ji Hewlêrê jî çû cihê bûyerê.

Li gorî şahidê bûyerê, du barhilgir li hev qelibîne û şewat derketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst