Tirkiye: 17 çeperên PKKyê hatin bombebarankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku wan saet 20:00ê êvarê 17 çeperên PKKyê li li Herêma Kurdistanê bombebaran kirine.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser bomberanên li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li herêmên Metîn, Gare, Avaşîn, Xwakurk û Qendîlê êrişên esmanî hatine kirin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê herwiha da zanîn ku di “operasyonê” de 17 stargeh, şikeft û embarên PKKyê hatine bombebarankirin.

Rêveberê nahiyeya Sengeserê Nehro Ebdullah jî ji Rûdawê re ragihand ku îro saet 20:00ê balafirên şer ên Tirkiyeyê derdora 5 gundên Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Herwiha Hevşaredarê Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm jî ji Rûdawê re ragihand, “Îşev bombebaran hebû lê heta niha jî ziyanên wê ne diyar in.”