Xizmên hevjînê berê yê bûkê gule li dawetê reşandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dîlokê ya ya Bakurê Kurdistanê xizmên hevjînê berê yê bûkê gule li dawetê reşandin.

Di vê êrişê de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.

Bûyerê şeva borî li Taxa Aydintepeyê rû da.

Xizmên hevjînê berê yê bûkê hatin kolana ku dawet lê tê kirin û ketober gule li xelkê reşandin.

Murat Karayê 32 salî li cihê bûyerê mir, 4 birîndar jî bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.

Polîsan li cihê bûyerê û derdora nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê wergirtin.

Li aliyê din, ji bo êrişkar werin girtin xebat didomin.