Serokwezîrê Brîtanyayê ji serokwezîr Mesrûr Barzanî re name şand

24-11-2022
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Kurdistan Rishi Sunak Mesrûr Barzanî
A+ A-

Helwêr (Rûdaw) - Di nameyekê de ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Rishi Sunak ragihand ku welatê wî pabendê asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand ku nameyek ji Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak wergirtiye.

Sunak di nameya xwe de ragihandiye, ku Brîtanya bi Herêma Kurdistanê re pêwendiyeke demdirêj heye û kêfxweş e ku ew pêwendiya dîrokî ji her demê bihêztir e.

Sunak amaje bi wê yekê jî kiriye, ku her du alî gelek nirx û warên hevbeş ên hevkariyê hene û got, Brîtanya pabende bi ewlekarî û aramiya Herêma Kurdistanê weke beşek ji Iraqeke bihêz û yekgirtî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de kir, bi taybetî di warê bazirganî, sermayeguzarî, çandinî û dîjîtalkirinê de.

Rishi Sunak ê bi eslê xwe ji malbatek Hindî, di 24ê Cotmeha 2022an de wek serokwezîrê Brîtanyayê hate hilbijartin.

Sunak 42 salî, û yekem serokwezîrê Brîtanyayê yê ne Brîtanî ye.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst