Li Şirnex û Sêrtê operasyoneke leşkerî hat destpêkirin

24-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li her du parêzgehên Bakurê Kurdistanê Şirne û Sêrtê operasyoneke leşkerî hat destpêkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, li Şirnex û Sêrtê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê  “Operasyona Payîz-Zivistan-15 a Eren Dorpêç” hatiye destpêkirin.

Li gor daxuyaniyê, di operasyona ku bi kordîneya Fermandariya Cendirmeya Bajarê Şirnexê hat kirin de ji Tevgera Taybet a Cendirmeyê (JOH), komandoya cendirme û tîmên cerdevan 755 kes beşdarî operasyonê bûn. Her wiha 57 tîmên taybet ên bo operasyonan hatine erkdarkirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin ku “Di roja ewil a operasyonê de li herêma Çiyayê Gabarê 8 şikeft û 2 sitargeh hatin tesbîtkirin. Di hundirê wan de muhîmateke roketavêjê ya RPG-7an, muhîmateke hewanê, 3 muhîmatên topê, 30 muhîmatên tivinga piyadeyê, dûrbînek, çenteyeke piştan, tulimekî xewê, 22 perçe cil û berg hatin bidestxistin.”

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha dibêje ku hin hestî jî hatin dîtin ku dibe ew hestiyên 2 gerîlayên PKKê bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst