HSD: Hêzên Asayişê kesên ji kampa Holê reviyabûn girtin

24-11-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava HSD Kampa Holê DAIŞ Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – HSDê ragihand, di encama êrîşa esmanî ya Tirkiyê de bo ser Kampa Holê li başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hejmarek ji endamên malbatên DAIŞê reviyane, lê paşê ji aliyê Asayişa Rojavayê Kurdistanê ve hatine girtin.

Berirspê Ofîsa Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratik (HSD) Ferhad Şamî li ser twitterê ragihand, ji ber êrîşa esmanî ya Tirkiyê şevê din 6 endamên malbatên DAIŞê ji kampê reviyan ku 3 ji wan jin bûn.

Ferhad Şamî dibêje, “Firokeyên şer ên Tirkiyê hêzên ewlekariya hundirîn ên ku ji bo parastina Kampa Holê berpirsyar in hedef girtin. Di encamê de hin malbatên DAIŞê dikarin ji kampê birevin, hêzên derve niha li du wan in.”

Wî rayedarê HSDê diyar kir, “Ev niyeta Tirkiyê eşkere dike ku dixwaze alîkariya wan malbatan bike ji bo birevin. Em ji hedefgirtina van girtîgehan bi fikar in.”

Lê Berirspê Ofîsa Ragihandinê ya HSDê piştî çend demjimêran di twîteke din de ragihand, her 6 endamên malbatên DAIŞê ji aliyê hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê ve hatin girtin.

Ferhad Şemî diyar kir, “Hêzên Ewlekariya Hundirîn 6 endamên malbatên DAIŞê girtin ku 3 ji wan jin in, ku berê ji kampa Holê reviyan piştî êrîşa Tirkiyê ya li ser kampê. Rewşa ewlehiyê ya awarte niha di bin kontrolê de ye.”

Berirspê Ofîsa Ragihandinê ya HSDê destnîşan kiriye, hêj jî kamp di bin metirsiya balafirên Tirkiyê de ye û balafirên wî welatî li ser esmanê kampê difirin.

Berdevkê HSDê Aram Henna jî li ser twîtterê ragihand, artêşa Tirkiyê di roja Çarşembiyê de girtîgeha Cirkîn a li Qamişlo bombebaran kir ku çekdarên DAIŞê têde girtî ne.

Her şevê din Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di preskonferansekê de ragihand  ku ji ber mijûlbûna wan bi êrîşên Tikriyê, ew nikarin niha di erkê xwe yê rûbirbûna DAIŞê de berdewam bin.

Mazlûm Ebdî diyar kir, di êrîşên Tirkiyê de heta niha 4 şervanên HSDê û 15 sivîlan canê xwe ji dest dane.

Artêşa Tirkiyê ji roja Yekşembê 20ê Mijdarê ve operasyoneke nû bi navê Pence Şûr bo ser bingehên PKK û HSDê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan duh ragihand, êrîşên bi firoke, dron û topan tenê destpêk e û ew dê di demeke guncav de êrîşa bejayî jî dest pê bikin.

Erdogan herwiha got, ew dê êrîşî Kobanî, Minbic û Til Rifetê bikin û wan herêman ji kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derxînin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst