Li Farqînê di bûyereke trafîkê de 11 polîs û zêrevan birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Farqînê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê otobusa hêzên ewlekariyê qulibî û di encamê de 11 polîs û zêrevan birîndar bûn.

Li gor zanyariyan îro 24ê Mijdara 2022an polîsê bi navê Mustafa Saygili ku di Rêveberiya Ewlekariya Farqînê de kar dikir, ji ber sedemek nediyar bi çeka xwe dawî li jiyana xwe aniye.

Ji bo cenazeyê polîsê navborî merasîmek hat kirin. Hejmareke hêzên ewlekariyê xwestin beşdarî merasîmê bibin lê li gor zanyariyan otobusa wan di rêya vegerê de qulibiye û di encamê de 11 polîs û zêrevan birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûne cihê bûyerê û birîndar birine Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.

Hat ragihandin ku rewşa wan birîndaran baş e.