Fransayê nîgeraniya xwe ji bo êrîşên Tirkiyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê nîşan da

24-11-2022
RÛDAW
Nîşan Fransa Êrîşa Tirkiyê Rojavayê Kurdistanê Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî zêdebûna êrîşên esmanî yên Tirkiyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, Fransayê daxwaz ji Enqereyê kir ku êrîşên xwe rawestîne û xwe ji gavên ku gefê li aramiya herêmê û xelkê wê bixwe dûr bigire.

Wezareta Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de ragihand, Fransa bi fikar li aloziyên berdewam ên ku bi êrîşên esmanî yên Tirkiyê li ser bakurê rojhilatê Sûriyê û Herêma Kurdistana Iraqê di 20ê Mijdarê de dest pê kir, dişopîne.

Wezareta Derve ya Fransayê îro Pêncşemê li ser êrîşên esmanî yên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da, “Fransa bi nîgeranî çavdêriya aloziyên berdewam dike ku bi êrîşên esmanî yên Tirkiyê li ser bakurê rojhilatê Sûriyê û Herêma Kurdistanê di 20ê Mijdarê de dest pê kir.”

Wezareta Derve ya Fransayê teqezî li we yekê kir ku ew ji raporên “êrîşa bejahî ya Tirkiyê li dijî bakurê rojhilatê Sûriyê gelekî nîgeran in” ku armanc sînorên Rêveberiya Xweser e ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve têye parastin.

Wezareta Derve ya Fransayê her wiha anî ziman, “Em dixwaza her pêngavên ku gefê li aramiya herêmê û xelkê wê dixwe, di heman demê de ku metirsiya DAIŞê bilind e, dûr dixe, dike.”

Fransayê her wiha pabendbûna xwe bi serweriya xaka Iraqê û aramiya Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst