Mesrûr Barzanî û Plasschaert êrişên li ser Kurdistanê gotûbêj kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert parastina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê û êrişên vê dawiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Mijdara 2022an, li Hewlêrê pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir û herdu aliyan tekezî li ser sînordarkirina bombebaran û êrişên li ser Herêma Kurdistanê kirin.
Di civînê de rewşa giştî ya Iraqê, guhertin û pêşhatên dawî yên li navçeyê û girîngiya çareserkirina bingehîn a pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser binemaya destûrê hatin gotûbêjkirin.
Di beşeke din a civînê de her du aliyan tekezî li ser rêzgirtin û parastina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê û sînordarkirina bombebaran û êrişên li ser Herêma Kurdistanê kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwaziya Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jenine Plaschart kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 24, 2022
Di daxuyaniya piştî civînê de tê gotin, her du aliyan tekez kirine ku divê sînorek ji êrîşên bo ser Herêma Kurdistanê re were danîn pic.twitter.com/bpFogqDDXR