Komeleya Mafên Mirov a Amedê: Li Bakurê Kurdistanê di salekê de 117 jin hatin kuştin

24-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komeleya Mafên Mirov a Amedê ragihand ku Li Bakurê Kurdistanê di salekê de 117 jin hatin kuştin.

Komeleya Mafên Mirov a Amedê, bi daxuyaniyeke medyayê rapora tundûtûjiya li dijî jinan a di navbera 1ê Mijdara 2021-1ê Mijdara 2022ê eşkere kir.

Tundûtijiya li hember jinan li mal li cihê kar di her warê jiyanê de berdewam dike. Komeleya Mafên Mirov a Amedê ragihand, ku li Bakurê Kurdistanê, tundûtûjî û kuştina herî zêde ya li dijî jinan li Riha, Dîlok, Xarpêt, Amed û Şirnexê ye.

Rêvebera Komeleya Mafên Mirov a Amedê dibêje: “Li bajarên herêmê herî kêm 11 jinan xwe kuşt û 5 jinan jî hewl dan xwe bikujin. Di encama tundûtûjiya mêran a di nav malê de herî kêm 38 jinan canê xwe ji dest dan û 15 jin birîndar bûn. Li qada civakî di encama tundûtûjiya mêran de herî kêm 19 jinan canê xwe ji dest dan û 14 jin birîndar bûn. Di qada civakî de herî kêm 33 jin rûbirûyê destdirêjiya mêran bûn. Li bajarên herêmê herî kêm 49 jinan bi awayekî gumankirî canê xwe ji dest dan. Li bajarên herêmê di nav salekê de bi giştî 117 jin hatin kuştin û 34 jin bi sedemên cuda hatin birîndarkirin. Di nav bajarên herêmê de 5 bajarên ku herî zêde tundûtûjî û kuştina jinan lê zêde ne: Riha, Dîlok, Xarpêt, Amed û Şirnex in. Bajarê ku herî zêde jinan bi awayekî gumankirî canê xwe ji dest dane Wan e û piştre Riha, Amed û Mêrdîn tên.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst