Hişkesalî li Rojavayê Kurdistanê jiyan xistiye metirsiyê

24-11-2021
RÛDAW
Hişkesalî li Rojavayê Kurdistanê aliyên jiyan xistiye metirsiyê
Hişkesalî li Rojavayê Kurdistanê aliyên jiyan xistiye metirsiyê
Nîşan Hişkesalî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ziwabûn û hişkesalî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, gefek e mezin li ser hemû aliyên jiyanê dirust dike.

Bi sedema kêmbûna baranê û nebûna avê jî, bendav bê av mane û zeviyên çandiniyê hişk dibin, hevdem nexweşî û têkçûna jîngehê, dibine diyardeyên berbiçav.

Dîmenên zeviyên zuha û binê gola bêav, li Bendava Duweysat a li parêzgeha Idlibê, li nêzîkî sînorê Tirkiyê, li ber çavan diyar in.

Bendava Duweysat nimûneyek e li ser rewşa kêmbûna avê li Sûriyê, ku yek ji kêşeyên herî mezin e li wî welatî.

Endazyarê Bendava Duweysatê Mahir Hisên dibêje “Ji ber kêmbûna baranê par û îsal, û ji ber kêmbûna embarkirina avê di bendavê de, herwiha têkçûna hêla sereke ya bendavê, êdî av di Bendava Ruweysat de nemaye. Ev yekem car e, ji sê deheyan ve, ava vê bendavê diçike. Di encama hişkesaliyê de û kêmbûna avê, ziyaneke mezin gihiştiye cotkaran û zeviyên çandiniyê, ji ber ku avdanî rawestiyaye.”

Ava ku li wê bendavê dihate embarkirin, gelekî alîkariya cotkaran dikir, lê kêmbûna wê bi awayekî gelek, ziyaneke mezin gihandiye zeviyên çandiniyê, êdî berhemên wan jinav diçin, ku çavkaniya sereke ya debara jiyana xelkê ye, li wan navçeyan.

Cotkar Mihemed Hac Hisên got “Ez cotkar im, bistanekî min heye, bîber û keskayî lê diçînim, û pişta xwe bi ava Bendava Duweysat girêdidim. Me derdora 5 donim bacanên reş û yek donim û nîv bîber çandin, lê di 15yê Îlonê de, ava bendavê rawestiya, êdî ziyan gihişte me, ji ber ku eger 10-15 rojan keskayî neyê avdan, nema ber dide, di encamê de jî, bacanên reş û bîber hişk bûn, wiha jî gelek ziyan gihiştin me.”

Tebaxa 2021ê, rêxistinên hawarçûnê yên navdewletî haydarî da, ku bi sedema bilindbûna pileyên germayê, zuhabûn û kêmbûna avê, 12 milyon kes li Sûriye û Iraqê li jêr gefa metirsiya nemana av, elektrîk, xwarin û xorakê ne.

Li Sûriyê bi taybetî, 5 milyon mirov pişta xwe bi ava Çemê Ferat ve girêdidin, ku asta ava wî çemî jî, gelekî daketiye.

Her li gorî wan rêxistinan, derdora 400 kîlometre duca, ji zeviyên çandiniyê rastî zuhabûn û hişkesaliyê bûne, û 2 bendavên sereke, dikin ku bi sedema nebûna avê rawestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst