Xwediyên firinên li Amedê: Ard ketiya bazara reş

Amed (Rûdaw): Li bajarê Amedê di nava deh rojan de buhayê nan ji 2 lîre û nîvan derkete 3 lîre û nîvan. Ji ber qeyrana aboriyê û bilindbûna nirxê dolar beramberî lîreyê Tirkî buhayê kel û pelan berdewam zêde dibe. Xwediyên firûnan îdia dikin ku arvan ketiye bazara reş û  kargeh ji 50 torbeyan zêdetir arvan nadin wan. Lê hilberînerên arvan jî gotinên firûnvanan ji rastiyê dûr dinirxînin û dibêjin li bazarê arvan pir e û tu pirsgirêkek peydakirina arvan tune ye.

Ev deh roj in buhayê nan li Amedê ji 2 lîre û nîvan derketiye 3 lîre û nîvan. Eger her kesek rojê nanekî bixwe, malbateke 4 kesî divê mehê tenê 420 lîreyan tenê bide heqê nan.

Eyûp Şirîn li Amedê dergevaniyê dike û bi mûçeya herî kêm dixebite. Ji ber ku pereyê wî têra kirîna nan nake, ew arvan dikire, hevîrê xwe tîne firûnê û ji xwe re du rojan carekî nan li firûnê dide.

Dergevan Eyûp Şirîn dibêje: “Tevî ku tînî firûnê ew jî lîreyek û nîv bû, niha bû du lîre. Torbê arvan li ser me diçe 500 lîreyî. Mûçeya herî kêm 2 hezar û 800 e. Ez ê heqê xaza sirûştî bidim, elektrîkê bidim, fatoreyan bidim, arvan bistînim, ez çi bistînim?”

Kêmbûna nirxê lîreyê tirkî li hemberî dolar qeyraneke mezin xistiye nava firûnan jî. Torbeyek arvan ji 160 lîreyê derkete 280 lîreyan. Li gorî xwediyê firûnan arvan ketiye bazara reş û xwediyên karxaneyên arvan ji 50 torbeyî zêdetir arvan nadin wan.

Firûnvan Weysî Akkaya jî got: “Di karxaneyan de stok heye jî arvan nadin. Dibêjin em ji 50 torbeyan zêde nadin û ew jî pêşin dixwazin. Yan firincî dê hemû boykot bikin, nikarin arvan bigrin, nikarin êzing bigrin. Milet jî perîşan e, pere tune ye. Ka dê çawa bên nan bikirin? Wileh rewş baş nîn e.”

Hilberînerên arvan îdiayên xwediyên firûnan red dikin û dibêjin ew arvan didin her kesî. Lê xwediyên firûnan ji tirsa ku dê arvan buha bibe dixwazin ji qeweta xwe zêde û bi deyndarî bikirin. Ew jî vê qebûl nakin.

Xwediyê Karxaneya Arvan Ehmed Baran jî dibêje: “Ji ber ku panîk çêdibe, ji wan re 50 torbe lazim e, dibêjin 150 torbe bişînin.Heta niha me bi deyndarî dida firûnciyan. Kengê pere bidana, heta mehek, 2 meh û nîvan pereyê xwe didan. Lê niha em nikarinwisa bikin. Çimkî em pêşin digrin. Niha bazarê de pirsgirêk heye, zem tê ser. Em dibêjin yan pereyê xwe pêşin bidin, yan jî deynên xwe bidin, em ji we re arvan bişînin.”

Niha pirsgirêka peydakirina genim û arvan tune ye. Lê heta ku dolar beramberî lîreyê tirkî berdewam bilind bibe dê pirsgirêka bê îstikrariya buhayê genim û arvan jî her berdewam be.