IHD: Di kuştina jinan de Amed di rêza yekem de ye

24-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Jinan a IHD şaxa Amedê bi minasebeta 25ê Mijadarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîn û Hevgirtina Li Dijî Tundiya Li ser Jinê, rapora tundiya li ser jinan bi daxuyaniyek çapemeniyê ji raya giştî re parve kir.

Komîsyona Jinan a IHD şaxa Amedê li ser kuştina jinan, îro Sêşemê 24ê Mijdarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin, ji ber pandemiya Covid- 19, tundiya li dijî janan her ku diçe zêde dibe û îsal her roj bi awayekê navînî 3 jin tên kuştin.

Herwiha li gor daxuyaniyê, pandemî şertên jiyanê giran kiriye û wê yekê jî tundiya li dijî jinan zêde kiriye.

Di daxuyniyê de tê gotin, “mixabin îsal her roj navînî 3 jin tên kuştin. Jinên ku dixwazin hev berdin ji aliyê partner, bav, bira û mêrên herî nêzîkî xwe ve rastî tundiye hatin an hatin kuştin.”

Amed di rêza yekem de ye

Komîsyona Jinan a IHD ya şaxa Amedê, bîlançoya kuştina jinan li bajarê Kurdan parve kir.

Li gor raportê di navbera  25 Mijdar 2019 – 25 Mijdar 2020 di encama tundîya navmalî û civakî de 42 jin hatin kuştin û 33 jin xwe kuştine. 35 jîn bi awayek bi guman kuştî hatine dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst