Derbarê Galip Ensarioglu de lêpirsîna 'terorê' hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Di derheqê parlementerê AK Partiyê yê berê Galip Ensarioglu de bi tometa "terorê" lêpirsîn hat destpêkirin.

Lêpirsîna di derheqê Galip Ensarioglu de ji ber wê yekê ye, ku wî sala 2015an li Amedê beşdarî di merasima sersaxiya endamekî YPGê de kiriye.

Galip Ensarioglu têkildarî mijarê daxuyaniyek da Rûdawê û piştrast kir ku dozger li dijî wî lêpirsîn destpê kiriye.

Ensarioglu got: “Dozger ji ber beşdarbûna sersaxiya endamê YPGê bûbûm lêpirsîn dabû destpêkirin û ji ber vê yekê dozger îfade li min wergirt. Tiştê ku min kiriye ne sûc e û dê tiştek jî jê dernekeve.”

Ensarioglu derbarê sedema lêpirsînê de jî got, ev yek girêdayî pêvajo û pêşhatên li Tirkiyê ye û tekez kir, “doz bê vekirin an na hê ne diyar e.”

Li gor zanyariyen ku hatine bidestxistin, Ensarioglu li ser banga dozger duh îfade daye.