Amnesty: Hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê koçberan êşkence dikin û wan digrin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) dibêje, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevbeşiya ligel hikûmeta Iraqê koçber û derbideran bi hinceta peywendiya ligel DAIŞê “êşkence dikin”. Herwiha bi awayekî ji xwe û mere wan desteser dikin, bi awayekî “ne dadperwerî” tên dadgehkirin û tên “revandin.”

Amnesty International îro Sêşemê 24ê Mijdara 2020ê raportek belav kir, di raporta xwe de bi piştgirêdana belgeyên konkrêtî pêşan dide ku çawa mafên koçberan hatine binpêkirin û bi hezaran ji wan hatine çewsandin.

Amnesty ji 2018ê heta 2020ê çavdêrî û pêdeçûn bo rewşa koçber û derbideran kiriye û dibêje, hevdîtin ligel 119 koçber û 15 karmendên rêxistinên mirovî kirine, ligel ajansên ser bi Neteweyên Yekbûyî axifî ne, daxuyanî ji berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtine.

Li gor raportê, careke din jî di 2020ê de hevdîtin ligel 9 koçberên kampan hatiye kirin, daxuyanî ji parêzerek û du karmendên rêxistineke mirovî û parastina penaberan hatiye wergirtin, dibêje hemû şahidiyê li ser wê yekê didin ku koçber di nav bazinê êşkenkirin û çewsandinê de dizîvirin.

Hevdîtina ligel koçberan li kampên Germawe li parêzgeha Duhokê, kampa Dîbege, Hesen Şam U2, Hesen Şam U3 ligel kampa Xazir li parêzgeha Hewlêrê, li Iraqê jî li kampên Nemrûd, Selamiye 1 û Selamiye 2 yên parêzgeha Neynewa hatine kirin.

Wê rêxistinê berdewam belge li ser rewşa koçberên di kampên Iraqê de kom kirine ligel ku sedemên emnî û rêkarên qedexeya çûn û hatinê pirsgirêk jê re çêkirine. Di bernameyê Amnesty de heye 2020ê dest bi sêyem pêdeçûna xwe ya li ser heman mijarê bike, lê dibêje ji ber belavbûna bahora Coronayê pirsgirêka çûn û hatinê heye.

Ev raporta Amnesty di demekê de ye, hikûmeta Iraqê biryara valakirina kampan û vegera koçber û derbideran bo malên xwe daye. Çavdêrên navdewletî jî dibêjin beşek ji vegerê bûye bi zorê ji ber akinciyên kampan emin û asayîşê baş nabînin heta vegerin war û cihên xwe.

Cîgira Rêveberê Navçeyî yê Amnesty li Rojhilata Navîn Lynn Maalouf dibêje: “Divê berpirsên Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dawiyê li êşkencekirina bikom a koçberan bînin ku bi hebûna peywendiya wan ligel DAIŞê tên tohmetbarkirin. Herwiha çareserkirina wê nedadperweriyê take rê ye bo garantîkirina silametî û vegereke bi serbilindî.”