Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Em ji daketina bihayê petrolê ne nîgeran in

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Iraqê Feyaz Neame ragihand ku endamên OPEC û hevpeymanên wê kar dikin daku aramî vegere bazaran û berevajîkirina rewşa daketina bihayê petrolê.

 

Feyaz Neame da zanîn ku ew ji daketina bihayê petrolê yê vê dawiyê ne nîgeran in, ji ber di navbera endamên OPECê de hevahengî heye bo çareserkirina vê pirsgirêkê.


Biryar e 6 heta 7ê meha bê, wezîrên petrol û enerjiyê yên endamê OPEC û derveyî OPECê li Viyanayê bicivin û rewşa bazara petrolê gotûbêj bikin.


Mezintirîn veberhênerê petrola OPECê Erebistana Siûdiyê ragihandiye egere heye ku veberhênerên petrolê rojane 1 milyon û 400 hezar bermîl ji berhemanîna petrola xwe kêm bikin.


Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Iraqê tekez kiriye ku welatî wî kar ji bo aramkirina bazar û bihayê petrolê dike.