Komela Îslamî: PDKê hêj daxwaza beşdarîbûna hikûmetê li me nekiriye

24-11-2018
RÛDAW
Nîşan PDK Komela Îslamî Hikûmet Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Navendî yê Hikûmet û Parlamento yê Komela Îslamî ragihand, bo beşdarîkirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêj PDKê daxwaz jê nekiriye û got, eger em beşdar bibin, dibe em Wezareta Xizmetguzariyê bixwazin.

 

Berpirsê Navendî yê Hikûmet û Parlamento yê Komela Îslamî Bîlal Silêman ji Rûdawê re ragihand, heta niha ne PDKê daxwaza beşdarîkirina hikûmetê li wan kiriye ne jî ew bi xwe yekalî bûne, lê eger ew beşdar bibin jî, dibe ew Wezareta Xizmetguzariyê bixwazin.

 

Berpirsê Navendî yê Hikûmet û Parlamento yê Komela Îslamî destnîşan kir ku bo beşdarîkirin an beşdarînekirina hikûmeta nû ya Herêma Kuridstanê tenê serkirdayetiya Komela Îslamî biryarê dide, wek wî got, “Bo pirseke wiha girîng, di civîneke berfireh de, ku heta niha endamên melbendê beşdar dibin, biryar li ser wê yekê tê dayîn, ku Komela beşdarî hikûmetê bibe an bibe opozîsyon.”

 

Di hilbijartina 30ê Îlona 2018 a Parlamentoya Kurdistanê de Komela Îslamî 7 kursiyên parlamentoyê bi dest xist û di gera çarem a parlamentoyê de jî xwediyê 6 kursiyan bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst