Karmendên Şingalê ji tirsa Heşda Şebî koçber bûne

24-11-2017
Tehsîn Qasim
Tehsîn Qasim
Karmendên tendurustiyê venagerin
Karmendên tendurustiyê venagerin
Nîşan Şingal Heşda Şeibî Fermanber
A+ A-

Şingal (Rûdaw) – Pîştî hatina çekdarên Heşda Şeibî, hejmareke karmend û fermanberên navçeyên Deşta Nînowa û bi taybetî jî yê Şingalê koçber bûne. Ew fermanber niha ditirsin ku hikûmeta Iraqê wan ji kar dûr bixe û mûçeyên wan qut bike.

 

Serokê Komîteya Tendirûstî ya Parêzgeha Nînowayê dibêje, eger fermanber nevegerin ser karê xwe dibe ji kar werin avêtin.

 

Beşek ji fermanberên Deşta Nînowayê û Şingalê, piştî hatina Heşda Şeibî mal û halên xwe bicîh hiştine û revîne bajarên Başûrê Kurdistanê.

 

Kemal Bekir yek ji wan fermanberên Nexweşxaneya Şingalê ye, ku ji ber gumana jiyana xwe, reviye û dibêje: “Ez weke fermanberekî dixwazim rê vebe da ku em vegerin ser karê xwe. Gelek kes hene, ku weke min ji ber rewşa aloz venagerine kar.”

 

Hinek ji wan karmendan jî li gel nebûna ewlekariya canê xwe, qutkirina meaşên xwe jî weke sedem nîşan didin.

 

Karmend Rewa Xidir diyar dike: “Niha li Şingalê fermanber kêm in. Em nikarin karê xwe bikin. Heta meaşên me jî qut bikin, ez kar nakim.”

 

Serokê Komîteya Tendirûstî ya Parêzgeha Nînowayê Xidir Elyas ragihand, ku ew karmendên neçin ser kar dê ji kar werin avêtin.

 

Xidir Elyas got: “Ez bawer nakim metirsî li ser jiyana karmandên tendurustiyê hebe. Divê ew herin ser karên xwe. Kî neçe kar rêveberiya nexweşxaneyan dê berpirsiyariya wan rake.”

 

Lê endamê Encumena Parêzgeha Duhokê Hişyar Ferîq jî dide xuyakirin, ku karmend bi mafdar in û eger neçin ser karê xwe jî encûmena parêzgehê nikare wan ji kar biavêje.

 

Niha rêyên di navbera Şingal û Duhokê de hatine girtin. Karmendên ku ji Duhokê herin Şingalê, divê bi ser Hewlêrê û Mûsilê ve biçin navçeyê. Rêya wan jî 10 demjimêran dirêj dibe. Lê rêveberiya Şingalê jî gefa birîna meaşên karmendan dixwe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst