Mele Ehmedê Namî gulek di nava gulistana helbest û edeba kurdî de
Hewlêr (Rûdaw) - Mele Ehmedê Namî helbestvan û nivîskarekî mezin ê Kurd bû. Seydayê Namî di gulistana şiîra kurdî de guleke bi reng û bîn bû. Di sînga wî de agirê kurdayetiyê guregur bû. Dilê wî yê nazik û pak bi kurdî deng dida. Ew bi tena xwe dibistaneke mezin ya fêrkirin û hînkirina zimanê kurdî û hezkirina ax û azadiyê bû.
Namî sala 1906an li gundê Erbetê yê girêdayî Nisêbînê li Bakurê Kurdistanê ji dayik bû û temamiya jiyana xwe li Rojavayê Kurdistanê qedand.
Namî gelek berhemên hêja li pey xwe hîştin wek: Dîwana Daxwazname - Pirtûka Agirê Sînema Amûdê - Destnivîsek bi navê Çiko Li Bîr im, ku bîranînên xwe tê de bicih kirine û hin berhemên din.
Seydayê Namî di roja 11.12.1975an de li Qamişlo koça dawî kir.
Seydayê Namî di gulistana şiîra kurdî de guleke bi reng û bîn bû. Di sînga wî de agirê kurdayetiyê guregur bû. Dilê wî yê nazik û pak bi kurdî deng dida. Ew bi tena xwe dibistaneke mezin ya fêrkirin û hînkirina zimanê kurdî û hezkirina ax û azadiyê bû.
Namî ev eşq û dildariya xwe ya bê tixûb ji milet û welatê xwe re bi rêya sirûd û helbestên ku li ser zar û zimanê keç û xortên Kurd her û her zindî ne û bi awaz û dengê hunermendên Kurd jî bûne stran û dîlok, derdibirî.
Namî şeydayê zimanê kurdî û xwendin û zanînê û herwiha pêşketina keça Kurd bû. Di salên 1950î de, bi saya Namî dibistaneke keçan li gundê Tilşeîrê yê Rojavayê Kurdistanê hat vekirin. Xwendekarên dibistanê her roj di civîna sibehê de, helbesta Namî ya bi navê "Neşîd û Gaziya Keçan" digotin ku emê niha bi dengê Namî bixwe lê guhdarî bikin.
Namî bi hemû wijdan û hesta xwe mirovekî kurdperwer bû. Ew bi xwe dema behsa zaroktiya xwe dike wiha dibêje: "Ez bi dergûşeke darî ji darên çiyayên Kurdistanê, li ser erd û di bin asmanê wê de, bi destekî kurdî hatime hejandin." Namî hertim dixwest miletê wî bi pêşkeve û fêrî zanist û hunerê bibe û di vî warî de helbesta "Pêşkevin em serfiraz in" afirandiye:
Xwendevan û xwendegahan bi al û leşker. Dê bijîn paşê dikarin rêçê bibin ser. Kurdistan êdî menale lawên te hatin. Xwendevan in xwînfiroşê axa welat in. Ala rengîn bo te deynim, ger ser bi derd im. Ger nekim paşê bizane kî ez ne Kurd im. Her bijî ala sê rengî her bijî xebat. Tev digel Namî bibêjin: Her bijî welat.
Namî ewqasî payebilind û mezin bû ku Seydayê Cegerxwîn di dîwana xwe ya yekem "Pirîsk û Pêtî" de, bi navê "Ji Ehmed Namî re" helbesteke pesindanê li ser wî gotiye:
“Namî me ji nameya te zanî. Seydayî ji bo melayê Xanî. Serbestir î ez Feqihê Teyran. Sed rengê Herîrî bo te heyran. Textê te ye taqê çerxê gerdûn. Neqşê te ye her kelamê mewzûn. Xêza qelema te nexşê Çîn e. Hubba elema te riknê dîn e. Meşhûr î ji rengê mah û roj î. Hubba te gelek dila disojî. Pertavê te bû di rûyê Şêrîn. Ferhadê reben li ser te bû dîn. Mehbûb tu yî der sera Medînê. Mem çû bi xelet serayê Zînê. Ger çendî niha li Til-şeîrê. Yûsif tu yî min tu xistî bîrê. Lakin tu di Misrê dil de şah î. Sahîb elem î xudan kulah î. Ey pertewê can û herdu çavan. Her gavê li te dikim silavan.”