Daxuyaniya hevbeş a partiyên kurdî li ser Kerkûkê

Kerkûk (Rûdaw) – Aliyên kurdistanî yên Kerkûkê îro konfranseke hevbeş a rojnamevanî li dar xistin û tê de 4 xal pêşkêşî raya giştî kirin û tekez kirin, ku ew li dijî paşxistina proseya hilbijartinan li vê parêzgehê ne.

 

Îro pênşemî 24ê Mijdarê, hemû aliyên siyasî yên kurdistanî yên Kerkûkê derbarê mijara birêveçûna hilbijartinan li wê parêzgehê, konfranseke rojnamevanî li dar xistin.

 

Konfransa hevbeş a aliyên kurdistanî li baregeha Komela Îslamiya Kurdistanê birêve çû û tê de aliyên kurdistanî ên Kerkûkê di daxuyaniyekê de helwesta xwe li ser mijara hilbijartinan li wê parêzgehê bi çend xalan diyar kirin.

 

Di daxuyaniyê de, aliyên kurdistanî yên Kerkûkê 4 xal arasteyê raya giştî kirin. Xalên ku aliyên kurdistanî yên Kerkûkê îro aşkere kirin, ev in:

 

“1 – Hemû aliyên Kurdistanê li gel sazkirina hilbijartinan li bajarê Kerkûkê ne û li dijî paşxistinê ne.

 

2 - Hewl bihên zêdekirin ji bo nivîsandina projeyeke nû ya yasayî bo encumena parêzgehê, navçe û bajarokan.

 

3 – Egera wê heye ku her du hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û Encumena Parêzgehan di sala 2018ê de bihên sazkirin, bo vê mebestê jî hewl werin zêdekirin bo nivîsandina projeyasayekê bo hilbijartinên encumena parêzgehan û parêzgeha Kerkûkê jê neyê derxistin.

 

4 - Bi kêfxweşî ve tomara bayometrî pêngavên baş avêtiye , ji ber wê jî em li wir spasiya hevwelatiyên bajarê Kerkûkê dikin û em hêvîdar in jî ku berdewam bin.”