Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê D. Fûad Hisên derbarê paşxistina kongreya neteweyî ya Kurd de diyar kir ku heta pirsgirêka di navbera PYDê û partiyên Rojavayê Kurdistanê neyê çareserkirin, kongreya neteweyî nayê lidarxistin.
Fûad Hisên di programa Kevana Sor a Rûdawê de, behsa sedemên paşxistina kongreya neteweyî ya Kurd kir.
Fûad Hisên got “Pirsgirêka mezin di navbera PYDê û partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê de heye û bandora vê yekê dê li ser helwestên nav kongreya neteweyî ya Kurd yan jî di nav komîteya amadekar de hebe.
Hisên diyar kir ku berî çar salan behsa kongreya neteweyî hat kirin, lê rewşa siyasî û babetî ne guncayî bû û got “Dema pêvajoya aştiyê li Tirkiyê destpê kir û rewşa Sûriyê hat guhartin û pariyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê biryar dan bi hev re kar bikin, zemîne ji bo kongreya neteweyî xweş bû”.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha got “Pêşniyara lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurd ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hat dayîn û komîte jî hat avakirin, lê negihiştine encamekê û rewşa Rojavayê Kurdistanê jî hat guhartin”.
Fûad Hisên tekez kir ku heta pirsgirêkên Rojavayê Kurdistanê neyên çareserkirin, kongreya neteweyî nayê lidarxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse