Gultan Kişanak bi fermî bû namzeda BDPê ya Şaredariya Amedê

Amed (Rûdaw/DÎHA) – Hevseroka BDPê Gultan Kişanak bi fermî bû namzeda BDPê ya Şaredariya Amedê. Namzedên şaredariyên navçeyên Amedê jî hatin hilbijartin.

Navenda Giştî ya BDP'ê bi mebesta destnîşankirina namzedên şaredariyên Amed û navçeyên wê (Rezan, Sûr, Peyas, Bajarê Nû, Farqîn, Bismil, Çinar û Lice) diyar bike, di saetên serê sibeha îro de dest bi hilbijartinê kir.

Delege çûn ser sindoqan û ji bo namzedên şaredariyan diyar bikin, dengê xwe bikar anîn.

Li Salona Sporê ya navçeya Rezanê her wiha li Navenda Çandê ya Cegerxwînê ya navçeya Peyasê, Salona Resepsiyona Qada Jiyanê ya Sumerparkê, Salona Şano ya Şaredariya Bajarê Mezin, sindoq hatin danîn û delegeyan dengê xwe bikar anî.

Dengdan saet 17.00'an bidawî bû û paşê encamên hilbijartinê hat ragihandin.

Di hilbijartinê de ji bo Şaredariya Amedê Gultan Kişanak, Navçeya Peyasê Mehmet Ali Aydin, Naveya Sûrê Seyît Narîn, Navçeya Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu, Navçeya Çinarê Ahmet Cengîz, Navçeya Liceyê Rezan Zogurlî, Navçeya Bismilê Cemile Eminoglu, Navçeya Farqînê jî Yuksel Budakçi hatin hilbijartin.

Li navçeya Rezan jî hêjmar didome.