Navenda erdheja îşev Qesra Şîrîn bûye

24-11-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn navenda erdheja ku îşev li gellek deverên Başûrê Kurdistanê çêbû, devera Qesra Şîrîn a Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê bûye. Her wiha ji ber erhdhejê sibê hemû navendên fermî li Germiyanê girtî dibin.

Rêveberê navenda keşnasî û erdheja Herêma Kurdistanê Fazil Îbrahîm, ji Rûdawê  re ragihand ku îşev saet 21:03 erdhejek bi tundiya 5.2 pile li devera Qesra Şîrîn li Rojhilatê Kurdistanê çêbû.

Îbrahîm da zanîn, pêlên wê erdhejê derbasî Başûrê Kurdistanê jî bûye ji ber wê jî li gellek deverên Başûr erd hejiyaye.

Îşev li deverên Germiyan, Silêmanî, Kerkûk, Xaneqîn, Hewlêr û gellek cihên din ên Başûr erd hejiya.

Ev çend roj in pêlele erdhejê deverên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê daye ber xwe. Li gorî agahiyan, di nav 48 saetên borî de 6 caran li Kerkûkê erd hejiyaye.

Hat gotin li hinek deverên Iraqê mîna Bexda û Tikrîtê jî erd hejiyaye.

Ji aliyekî din, Rêveberê Devera Germiyanê Selah Kuwêxe ji Rûdawê re got, ji ber metirsiya erdhejê dê sibê li Germiyanê hemû navendên fermî girtî bin.

Jixwe ev du roj in li Xaneqînê ji ber erdhejê her der girtî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst