Nêçîrvan Barzanî konsulê nû yê Çînê qebûl kir

Hewlêr (Rûdaw)  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Çînê yê Hewlêrê Liu Jiong civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Liu Jiong daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Konsulê nû yê Çînê yê Hewlêrê Liu Jiong kiriye jê re serkeftin xwestiye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku he du aliyan behsa pêwendiyên Çînê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kirine.

Herwiha tekezî li ser amadebûn û xwesteka her du aliyan a ji bo pêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina warên hevkariyên hevbeş kirine.

Li aliyê din Konsulusê Çînê Liu Jiong bal kişandiye ser planên wan ên paşerojê ji bo vekirina beşa xizmetguzariyê ya vîzeyê û avakirina avahiya konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê.

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêşhateyên dawiyê yên li herêmê hatine gotûbêjkirin.