Rewşenbîrên Kurd bangî Levent Gultekîn kir: Lêborîna xwe bixwaze

24-10-2023
RÛDAW
Nîşan Levent Gultekîn Kurd Rewşenbîrên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 43 Rewşenbîrên Kurd bi daxuyaniyeke hevpar ji rojnameger Leveng Gultekînê ku heqaret li Kurdan kiribû xwestin ku ji Kurdan lêborîna xwe bixwaze.

Rewşenbîran ku tekezî li ser wê yekê kir ku wekî her miletî mafê kurdan jî heye ku çarenûsa xwe diyar bike û wiha anîn ziman:

Maf û daxwazên Kurdan yên asayî ji aliyê hin derdorên ku xwe wekî rojnamevan û rewşenbîran dibînin bi gotinên heqaretê bêhedî hatiye kirin.

Em wekî raya giştî ya Kurdan bi ti awayî axaftin û nêzîkatiyên wiha qebûl nakin, em li bendê ne ku ji netewa me lêborîn bixwaze.”

43 Rewşenbîrên Kurd di daxuyaniya hevpar de wiha gotin:

“Li ser tawanbariya cahilane ya hinek kesên ku dîrok û sosyolojî nizanin ku di van rojên dawî de em gelek caran dibihîzin, em hewce dibînin ku mafê xwe yê axaftinê bi kar bînin.

Kurd bi dîrok û çanda xwe ya kevnar a bi hezaran salan dînamîkeke zindî ya Mezopotamya û welatê xwe Kurdistanê ne.

Wekî her miletî mafê Kurdan jî heye ku çarenivîsa xwe diyar bike. Lê belê ev maf ji ber berjewendiyên herêmî û zextên dewletên serwer gelek caran hatiye paşxistin û heta îro bê statu û çareserî hatiye hiştin.

Pêşniyarên çareseriyê yên ji bo Kurdan, her cure daxwazên statuyê yên weke Serxwebûn, Xweserî, Federasyon, Rêveberiya Xweser bê bersiv mane.

Maf û daxwazên Kurdan yên asayî ji aliyê hin derdorên ku xwe wekî rojnamevan û rewşenbîran dibînin bi gotinên heqaretê bêhedî hatiye kirin.

Em wekî raya giştî ya Kurdan bi ti awayî axaftin û nêzîkatiyên wiha qebûl nakin, em li bendê ne ku ji netewa me lêborîn bixwaz.

Em dixwazin bibînin û zanibin ku rewşenbîr û derdorên demokrat ên Tirk ku em qîmetê didin wan û wan dost dihesibînin, bi heman hesasiyetê daxuyaniyên bi vî rengî qebûl nakin.

Dema mijar dibe Kurd û daxwaza statuya Kurdan, kor, ker û lalbûn rewşenbiriyeke sexte û demokratiyeke sexte ye.

Em wekî kesên li jêrê îmzeya wan heye, ji ber daxuyaniyên bêhiş ên Levent Gultekîn û komên bi vî rengî, ji wan dixwazin demildest lêborîna xwe bixwazin û em mijarê ji teqdîra raya giştî ya Kurd re dihêlin.”

Kesên ku daxuyaniyê îmze kiriye ev in:

Adil Ercan/Qazî, Ahmet Çelik, Ahmet Gultekin, Arzu Savaş Derman, Aydin Alp, Bahadîn Robar, Bedel Boselî, Behîce Dînçer, Birgul Ozgul, Cemal Babaoglu, Çiya Andok, Dîba Keskin, Dîlara Kilickiran Aktaş, Eyup Guven, Fatma Taşli Tunç, Ferat Bogatekin, Haci Ozkal, Hamdiye Bilek Turgay, Herdem Merwanî, Heval Dilbahar, Îsmaîl Aktaş, Jîn Aryen, Mahmut Alinak, Masûm Xemgîn, Mazîçîne, Mehmet Kabadayi, Mehmet Nuri Guneş, Mehmet Oncu, Mehmet Sait Arzu, Mehmet Veli Karadeniz, Mehmet Yardimci, Mevlut Aykoç, Murat Îpek, Nurcan Delîl, Raney Sayilir, Rêdûr Dîjle, Roza Metîna, Sabahattin Halli, Sultan Yaray, Yunus Karakoyun, Zekiye Ayota Alokmen, Zinet Dinçer, Ziya Şeki.

Çi gotibû?

Rojnameger Levent Gultekîn beriya hefteyekê li ser hesabê xwe yê YouTubeyê vîdeoyeke bi navê “Şerê Îsraîl-Filistînê, Bêpolîtîkayiya Şer a Mixalefetê, Dirêjkirina Tezkereyê” belav kir.

Gultekîn di vê vîdeoya xwe de heqaret li Kurdan kir.

Gultekîn angaşt kir ku Kurd Kurdistana mezin xeyal bikin “dê bibin qirdik/sûtal/sût ên Amerîka û Îsraîlê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst