Fasûliyên Xelatê li erdê man: Sedem baran e

Hewlêr (Rûdaw) - Payîz bi dawî dibe lê heta niha fasûliyên cotkarê Xelatê li nav erdan in.

Navçeya Xelatê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê navendeke girîng a fasûliyên hişk e.

Îsal heta niha jî ji ber barana berdewam fasûlî hişk nebûne û li nav erdan mane.

“Niha fasûlî tên hişkkirin”

Serokê Odeya Çandiniyê ya Xelatê Necat Demîrden got:

“Nêzîkî hefteyekê ye baran dibariya. Ji ber şertên neguncan ên hewayê fasûliyên me li nav erdan man.

Niha fasûlî tên hişkkirin, eger 10 rojên din hewa wiha be dê fasûliyên me li erdê nemînin.”

Cotkar dem bi dem fasûliyên xwe werdigerînin da ku rojekê beriya rojekê hişk bibin.

“Fasûliyên me li erdê man”

Cotkar Safter Efendîoglu da zanîn ku fasûliyan wan li erdê mane û pê de çû:

“Ez 10 sal in cotkariyê dikim û fasûliyan diçînim. Îsal ji ber şertên neguncav ên hewayê fasûliyên me li erdê man.

Hêviya me ew e ku hewa hinekî baş bû. Xelk mexdûr e û fasûliyên piraniya wan heta niha jî li erdê ne.”

Bedlîs ji sedî 10ê fasûliyên hişk ên tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berhem tîne.

Îsal li Xelatê 50 hezar donim fasûlî hatiye çandin û tê pêşbînîkirin 20 hezar ton fasûliyên hişk bên berhemanîn.