Li Sêrtê 13 kes hatin girtin, hincet PKK ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “alîkariya PKKyê” îro 13 kes hatin girtin.

Parêzgariya Sêrtê ragihand, bi hinceta ku wan “alîkariya endamên PKKyê” kiriye li Sêrt, Êlih, Şirnex û Mêrdînê 22 kes hatin desteserkirin.

Piştî karên îfadewergirtinê 22 kes şandin Dadgeha Sêrtê.

Dadgehê derbarê 13 kesan de biryara girtinê da û 9 kes jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.

Parêzgariya Sêrtê îdia dike ku kesên hatine girtin “alîkariya endamekî PKKyê” kiriye ku amadehiya êrişan dikir.