Nêçîrvan Barzanî bi malbatên ‘şehîdên Mexmûrê’ re axivî

24-10-2023
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mexmûr Şer û Pevçûn Şehîd Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi rêya telefonê bi malbatên şehîdên Mexmûrê re axivî.

Roja yekşemê saet 16:00an li Mexmûrê di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de şer derket.

Di encama vî şerî de 2 Pêşmerge şehîd ketibûn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî “serxasî ji malbatên her du şehîdên Pêşmerge re xwest û dilsoziya û hevxemiya xwe anî ziman.”

Serokê Herêma Kurdistanê hêvî kir ku “Xwedayê mezin rihê şehîdan şad bike û sebirê bide malbatên wan.”

Çi bûbû?

PKKyê hefteya borî li navçeya Mexmûrê 4 xalên kontrolê yên li Çiyayê Qereçokê radestî artêşa Îraqê kirin.

Yekşama borî li ser van xalên kontrolê di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de şer rû da.

Wezareta Pêşmergeyan dabû zanîn ku ev şer û pevçûnên li Mexmûre “xemnak” in û ji her du aliyan qurbanî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst