Li Bedlîsê 64 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, di barhilgirekê de 64 koçberên Efxanistanî hatin desteserkirin.

Parêzgariya Bedlîsê ragihand ku tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bedlîsê li ser rêya Bedlîs-Sêrtê li nêzîkê gundê Qesrîkê di kontrola rê de 64 koçberên Efxanistanî desteser kirin.

Li gorî parêzgariyê, 2 welatiyên Tirkiyeyê jî bi tohmeta “qaçaxçitiya mirovan” hatine desteserkirin.            

Her 2 kesên ku koçber bi balhilgirekê vediguhastin bajarên Tirkiyeyê piştî karên îfadewergirtinê şandin Dadgeha Bedlîsê.

Dadgehê derbarê kesekî de biryara girtinê da û kesek jî bi şertê kontrola dadî berda.

Koçber bi armanca dersînorkirinê radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Bedlîsê hatin kirin.