Li Kerkûkê şer

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kerkûkê di navbera hêzên Îraqî û çekdarên DAIŞê de şer rû da.

Li gorî agahiyên ku “Dijîterora Îraqê” dane, şer beriya niha bi demeke kurt dest pê kiriye.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Ewlehiyê, piştî ku cihê DAIŞiyan hatiye tesbîtkirin operasyon hatiye kirin.

Di şer û pevçûnan de 2 DAIŞî hatine kuştin.

Çekdarekî DAIŞê yê ku birîndar bûye jî bombe bi xwe de teqandiye û xwe kuştiye.