Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mamoste ketin grevê

Hewlêr (Rûdaw) - Greva mamosteyan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja xwe ya duyem de berdewam e. Mamosteyên beşdar di grevê de daxwaza azadkirina xwendekar û mamosteyên girtî dikin.

Greva mamosteyan li ser daxwaza encûmena hevahengiya rêxistinên pîşeyî yên mamosteyên Îranê û ji duh Yekşembiyê 23ê Cotmeha 2022an ve dest pê kiriye. Li ser bangewaza wê encûmenê, ji duh ve li beşek ji dibsitan û navendên xwendinê yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hejmarek ji mamosteyan ketine grevê û di polan de amade nabin û dersê nadin.

Li Rojhilatê Kurdistanê greva mamosteyan li sê parêzgehên Sine, Kirmaşan û Urmiyê heye. Lê bêtir li parêzgeha Sine û bi taybet li bajarên Sine, Merîwan, Seqiz, Bane û Kamyaranê mamosteyan dest bi grevê kirine.

Li bajarê Merîwanê duh li piraniya dibistanên nav bajêr û herwiha li dibistanê hejmareke zêde ya gundan jî mamoste ketin grevê.

Li parêzgeha Kirmaşanê jî li her du bajarên Kirmaşan û Ciwanro grev hat lidarxistin. Hejmarek ji mamosteyan li her du bajaran ji bo piştgiriya li xwepêşanderan û herwiha xwendekarên ku ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine girtin, dest bi grevê kirine.

Li parêzgeha Urmiyê jî, li hejmarek dibistanên Mihabad û Bokanê mamoste ketine grevê.

Encûmena mamosteyên Îranê ragihandiye, li beşeke dibistanên Hemedan, Şîraz, Neyşabûr, Lahîcan, Nûrabad û çend bajar û bajarokên din jî mamosteyan dest bi grevê kirine.

Li wan dibistanan mamoste li odeya mamosteyan kom dibin û naçin ser polên xwendinê.

Li ser torên civakî hejmarek wêneyên mamosteyên ku li Rojhilatê Kurdistanê tevli greva mamosteyan bûne, belav bûne. Mamosteyan beşdar di grevê de dirûşmên weke Jin, Jiyan, Azadî, girtiyan azad bikin, cihê mamosteyan ne zîndan e, dawî li givaşên li ser xwendekar û mamosteyan bînin, bilind kirine.

Encûmena hevahengî ya rêxistnên pîşeyî yên mamosteyên Îranê roja çarşemba heftiya derbasbûyî ragihandibû, weke nerazîbûn li hember tepeserkirna mamoste, xwendekar û xelkê û destdirêjiya hêzên Îranê bo ser xwendekar û cihên perwerdeyê, di her du rojên Şembî û Yekşembiyê dê li dibistanan grev hebe. Heman encûmenê daxwaz ji malbatên xwendekaran jî kiribû ku di rojên Yekşembî û Duşembê de zarokên xwe neşînin dibistanan.

Şaxa Sine ya wê encûmenê jî ragihandiye, greva mamosteyan li sînorê parêzgeha Sineyê dê roja Duşembê 24ê Cotmehê jî dom bike.

Li gor amara rêxistinên mafên mirovan ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, heta 34mîn roja xwepêşandanan 320 zarokên jêr 18 saliyê ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hatine desteserkirin, herwiha 23 zarok jî hatine kuştin.