Li Wanê 6 kes ji ber qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hefteya borî bi îdîaya qeçaxçîtiya koçberan 17 gumanbar hatibûn desteserkirin û piştî proseya dadgehkirinê ji wan 6 kes hatin girtin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Emnî ya Wanê, li bajêr bi armanca rûbirûbûna “Qaçaxcîtiya koçberan û bazirganiya mirovan” operasyonên tîmên Şaxa Deriyên Sînorî û Rûbirûbûna Qaçaxçîtiya Koçberan berdewam in.

Rêveberiya Emnî ya Wanê ragihandiye, di navbera 17 û 23ê Cotmeha 2022ê di 8 operasyonan de 17 kes bi îdîaya qaçaxçîtiya koçberan hatine desteserkirin.

Li gor zanyariyan, piştî karûbarên yasayî ji wan 17 kesan 6 kes bi tohmeta “Qaçaxcîtiya koçberan û bazirganiya mirovan” bi biryara dadgehê ve hatine girtin, herwiha dest bi ser 2 otomobîlan de hatiye girtin ku di veguhestina koçberan de hatine bikaranîn.

Ligel ku Tirkiyê bi rêya çêkirina dîwarên ji betonê li ser sînorên di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de hewl dide rê li ber koçberan bigire, lê dîsan rojane bi dehan koçber di ser wan sînoran re derbasî nav Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dibin.