Xelkê Efrînê: Ti ferq di navbera HTŞ û grûpên Artêşa Niştimanî de nîne

24-10-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Efrîn HTŞ Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ti cudabûnê di navbera Desteya Tehrîr el-Şam û grûpên ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ve nabînin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku xelkên Efrînê ti cudabûnê di navbera Desteya Tehrîr el-Şam û grûpên ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûrî de nabînin.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, çar kesên ji çar bajarokên cuda yên Herêma Efrînê, ku Navenda Belgekirina Binpêkirinan pêwendî ligel wan kiriye, dibêjin “Desteya Tehrîr el-Şam berê jî li wê derê bû, lê tiştê ku niha dibe, eşkerekirina hebûna wê ye.”

Yekî ji wan Kurdên Efrînê bi nasnavê Ciwan)gotiye, ew çar caran ji aliyê Emşat, Hemzat, Sultan Murad û Feyleq el-Şam ve, 410 rojan hatiye girtin û heta niha wî 11 hezar û 300 dolar fîdye daye ji bo bê azadkirin, serbarî ku wî 3 pêçên destê xwe yê çepê jidest dane û rastî gelek îşkenceyê hatiye.

Ciwan, yek ji wan 4 kesan e, bi heman awayî, hersê kesên din, ku ji Kurdên Herêma Efrînê ne, cudabûnê di navbera hemû wan grûpên çekdar de nabînin.

HTŞê di heftiya duyem a vê mehê de êrîşî herêma Efrînê kir û di 13ê Cotmehê de navenda bajarê Efrînê kontrol kir, di rojên paşê  de jî hin deverên din ên Efrînê ji dest grûpên din ên çekdar ên wek Cebhet el-Şamiye, Feyleqa Sêyem û Ceyş el-Îslam derxist û kontrol kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst