Li Efrînê HTŞ û Feyleqa Sêyem dîlên şer bi hev guherîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê herdu grûpên Desteya Tehrîr el-Şam (HTŞ) û Feyleqa 3 dîlên şerê xwe bi hev guherîn.

Li gor çavkaniyên ser bi Opozisyona Sûriyê, roja Yekşemê herdu grûpên navborî çekdarên ku di şer û pevçûnên wan de li herêma Efrînê dîl hatibûn girtin, hatine pevguherîn.

Li gor heman çavkaniyan, 40 dîl ji herdu aliyan li nêzîkê gundê Basûtê yê herêma Efrînê hatine pevguherîn.

Çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê eşkere kirine ku 13 dîl ji Desteya Tehrîr el-Şam bi 27 dîlên Feyleqa 3 hatine guherîn.

HTŞê di heftiya duyem a vê mehê de êrîşî herêma Efrînê kir û di 13ê Cotmehê de navenda bajarê Efrînê kontrol kir, di rojên paşê  de jî hin deverên din ên Efrînê ji dest grûpên din ên çekdar ên wek Cebhet el-Şamiye, Feyleqa Sêyem û Ceyş el-Îslam derxist û kontrol kiribû.