Serokê Rêveberiya Ava Hesekê: Bi alîkariya Rûsan av hat berdan

24-10-2022
Loloxan
Piştî sê mehan ava Ellok gehişte bajarê Hesekê
Piştî sê mehan ava Ellok gehişte bajarê Hesekê
Nîşan Heseke Ava Ellok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî qutbûna nêzîka sê mehan, ava Santrala Ellok ji navçeya Serê Kaniyê ku di bin dagîrkariya Tirkiyê de ye gehişte bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê. Li nav malan xelkê Hesekê bi kêfxweşî ava Ellok a paqij tank û bermîlên xwe dadigirin û bikar tînin.

Serokê Rêveberiya Ava Hesekê Mehmûd el-Ugle dibêje "Niha ava Ellok derbas bûye, bi alîkariya Rûsan û parêzgar av gehişt, em bi hêvî ne berdewam bibe. Lê tebabên avê kêm in, tê texmînkirin rojane 15 hezar metre sêca digihe, di demekê de pêwîstiya Hesekê rojane bi 60 hezar metre sêca heye."

Rêveberiya Ava Hesekê, nikare bi yekcarî avê bişîne hemû taxên bajêr û dedorê, lewra bajar û derdora wê kirine şeş beş. Navenda bajar û Til Hecer, Neşwe ya rojava û Şerîe, Xiwêran, Ezîziyê, Salihiyê, Muftî û Nasre. Her beşek di demeke destnîşankirî de av jê re tê şandin. Xelkê Hesekê di van hersê mehên borî de pereyên zêde bo kirrîna ava ne baş xerc kirine, ku bûye sedema belavbûna çend nexweşiyan ji wan jî kolera.

Niştecihê Hesekê Îbrahîm Salih got "Me ji ber kêmbûna avê di dema 85 rojan de derd û êşên zêde dîtine. Bi kar û xebata hikûmetê, rêxisxtin û alîkariya Rûsan av bo me hat dabînkirin. Di çend mehên borî de xelkê Hesekê av ji navçeyên dûr dikirîn û vediguhestin. Xelk dixwazin hatina avê berdewam be, ji ber jiyan bê av nabe."

Cotmeha 2019an, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê piştî şerekî giran dagîr kirin, yekser ava Santrala Ellok 5 kîlometre dûrî bajar ji ser bajarê Heseke û derdorê qut kirin. Di nav sê salên dagîrkariya Tirkiyê de grûpên çekdar 27 caran ava Ellok ji ser Hesekê qut kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst