VÎDEO - Li Wêranşarê şerê du malbatan: 2 xwendekar hatin kuştin û 9 kes birîndar bûn

24-10-2022
RÛDAW
VÎDEO - Li Wêranşarê şerê du malbatan: 2 xwendekar hatin kuştin û 9 kes birîndar bûn
VÎDEO - Li Wêranşarê şerê du malbatan: 2 xwendekar hatin kuştin û 9 kes birîndar bûn
Nîşan Wêranşar Riha Şerê Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di şerê di navbera dû malbatan de 2 xwendekarên dibistanê ku temenê wan di navbera 13-14 salan de ye hatin kuştin û 9 kesên din jî birîndar bûn.

Îro 24ê Cotmeha 2022ê  li navçeya Wêranşar a Rihayê,  li ser rêya Serê Kanî yê ku dikeve devera dibistanan, di navbera dû malbatên endamên heman eşîrê de ji ber sedemek nediyar nîqaş derket û piştî demek ji nîqaşê herdû aliyan bi çekan  şerê hev kirin.

Şer piştî nîvro  dema ku xwendekar ji dibistanê derdiketin çêbû.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyekî taybet ji navçeyê wergirtine di encama  wî şerî de 2 xwendekarên bi navên Huzur Yetkîn û Bunyamîn Çavli ku temenê yek ji wan 13  û  yê din jî 14 sal in di bûyerê de hatine kuştin û 9 kesên din jî birîndar bûne.

Şahidhalekê dîmenên ku dema herdû malbat bi çekan şerê hev dikin  di otomobîla xwe de tomar kirine û ji Rûdawê re şandine.

Di vîdeoyan  hejmarek kes demek dirêj guleyan li hevdû dibarînin, di encam de çend kes birîndar dibin û dikevin erdê.

Bûyer di nav xelkê de bû sedema tirseke zêde.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst