Li Serê Kaniyê cendirmeyên Tirkiyê li 5 welatiyan îşkence kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ser sînorê Tirkiyê, cendirmeyên Tirkiyê 5 welatiyên Sûrî dema dixwestin derbasî aliyê Tirkiye bibin desteser û ew îşkence kirine û di encam de birîn û şikandin di laşên wan de çêbûne.

Li gor Rewabgeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 24ê Cotmehê, li ba gundê el-Ezîze li rojavayê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, cendirmeyên Tirkiye 5 welatiyên Sûriyeyî dema dixwestin derbasî aliyê Tirkiye bibin desteser kirine, ew dan ber lêdan û îşkencekirinê û di encam de birîn û şikandin di laşên wan de çêbûne.

Roja 18ê Îlona borî jî, ciwanekî Ereb ji gundê Ziyanatê yê başûrê Hesekê dema dixwest derbasî aliyê Tirkiye bibe, li ba gundê el-Ezîze li rojavayê Serê Kaniyê ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatibû deserkirin û ji ber îşkencekirina zêde canê xwe jidest dabû.

Roja 9ê cotmeha 2019an, artêşa Tirkiyê, ligel grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê êrîşî herdu herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê kirin. Piştî dagîrkirina herdu herêman, hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyon dest bi girtina welatiyan kirin ku çarenivîsa bi dehan ji wan heta niha ne diyar e.