Li Kerkûkê Erebên hawirde hewl didin îsal jî dest danin ser zeviyên Kurdan

Kerkûk (Rûdaw) - Parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Cibûrî destpêka vê mehê, bi du nivîsên fermî ferman da Operasyonên Hevbeş ên Kerkûkê, di proseya vegerandina Erebên hawirde de bo gundên herêma Daqûq û Dubiz ên Kerkûkê, lez bikin. Bi van biryaran Erebên hawirde çaverê dikin ku îsal jî dest bi ser zeviyên Kurdan de bigirin.

Proseya Erebkirina herêmên Kurdî 4 sal e li herêma Kerkûkê gelek tundtir bûye ku niha milyonek û 200 hezar donim erd pirsgirêk li ser e û nêzikî 400 donim jî metirsiya Erebkirinê li ser zêde bûye.

Xwediyên wan zeviyên li herêma Kerkûkê jî guhertina rêveberiya niha ya Kerkûkê wek; tekane rêya çareserkirina pirsgirêkan, dibînin.

Cotkar Ehmed Kerîm dibêje, “Ev çend sal in vê rêveberiyê tiştek bo me nekiriye, ne tenê bo Kurdan, ji bo Tirkmen û pêkhateyên din jî û cotkar jî ji vê yekê gelek zerarmend bûn. Ji ber ku ti hewlekî nadin û her fermanek ji Bexdayê bê ev tarîtir dikin.”

Posta parêzgarê Kerkûkê nakokî di navbera aliyên siyasî yên Kerkûkê de çêkiriye û çaverê hemûyan li wê postê ye. Aliyên Ereb dixwazin posta parêzgariyê di destê wan de bimîne û Tirkmen jî posta parêzgariya Kerkûkê wek mafê xwe dibînin.

Berpirsê Beşa Siyasî ya Bereya Tirkmenî Mardîn Giwêgqaye diyar dike, “Rêveberiya Kerkûkê ya bê divê bi rêkeftin û hevbeşî be di navbera her sê pêkhateyên Kerkûkê de. Em bo mana parêzgarê niha li ser posta xwe, pabend nînin. Berî niha li Kerkûkê rêveberiya Kurdî hebû û niha jî Erebî ye. Em jî çend car e daxwaz dikin ku parêzgarê heyama bê ji pêkhateya Tirkmen be.”

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku di hilbijartinên 10ê Cotmehê de 2 kursî ji Kerkûkê bo parlamentoya Iraqê bidest xistin, çaverê ye yek ji postên Parêzgariya Kerkûkê yan jî Serokomariya Iraqê, bo yekalî bibe û bo vê mebestê jî PDKê civînên li gel partî û aliyên Kurdistanî û Tirkmenî dane destpêkirin.

Berpirsên Peywendiyan ê PDKê Elî Husên li ser vê mijarê ragihand, “PDKê hem destkefta hlbijartinê heye û hem jî pêgeha wê hesab bo hatiye kirin. Lê ev mijar vedigerin ser milên şanda giftugoyê. Ew a ji bo PDKê girîng e, pêgeha Kurdan û Herêma Kurdistanê ye. Ji bo postan jî divê her tişt li ber çavan bê girtin û alî jî pêgeha hemû aliyên siyasî têbigihijin, taybetî jî ya PDKê.”

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku li Kerkûkê hejmara kursiyên wê ji 6 kursiyan bo 3 kursiyan kêm bûye, posta Parêzgariya Kerkûkê wek `hêla sor` binav dike.

Endama Serkirdayetiya YNKê Hesîbe Ebdullah dibêje, posta Parêzgariya Kerkûkê `hêla sor` e, “pişka Kurdan e û di nav Kurdan de para YNKê ye.”