Hemîd Hecî Derwîş li Dirbêsiye û Silêmaniyê hat bibîranîn

24-10-2021
RÛDAW
Hemîd Hecî Derwîş 24ê Cotmeha 2019an li Qamişlo koça dawî kir
Hemîd Hecî Derwîş 24ê Cotmeha 2019an li Qamişlo koça dawî kir
Nîşan Dirbêsiye Silêmanî Hemîd Hecî Derwîş Partiya Pêşverû Rojavayê Kurdistanê Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar û damezrênerê yekemîn partiya Kurdî li Sûriyê Hemîd Hecî Derwîş, di duyemîn salvegera koça xwe dawî de li Dirbêsiye û Silêmaniyê hat bibîranîn.

Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê îro siyasetmedarê Kurd Hemîd Hecî Derwîş hat bibîranîn. Hemîd Hecî Derwîş, hem siyasetmedarekî diyar û karîger û hem jî yek ji damazrênerên yekemîn partiya Kurdî bû li Sûriyê.

Hemîd Hecî Derwîş ku Sekreterê berê yê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd bû li Sûriyê, di duyemîn salvegera koça wî ya dawî de li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê jî hat bibîranîn.

Nûnerê Partiya Pêşverû li Başûrê Kurdistanê Elî Şemdîn ji Rûdawê re diyar kir, Hemîd Hac Derwîş daxwaz dikir di destûra Sûriyê de îtîraf bi mafê Kurdan bê kirin û bi wê siyasetê karîbû peywendiyeke baş bi hemû aliyên Sûriyê re çêbike.

Nûnerê Partiya Pêşverû li Başûrê Kurdistanê got jî, çûna wî li pey xwe valahiyeke mezin di qada siyasî ya Rojavayê Kurdistanê de hişt û diyar kir, Hemîd Hecî Derwîş “karî peywendiyeke kûr li gel aliyên siyasî, pêkhateyên ayînî û netewî çêbike û bibe semboleke niştimanî.”

Nûnerê Partiya Pêşverû li Başûrê Kurdistanê Elî Şemdîn derbarê kongireya partiya xwe de jî got, dema ku derfet hebe ew amade ne kongireya xwe girêbidin.

Siyasetmedar Hemîd Hac Derwîş sala 1930ê li gundê Qeremane yê Dirbêsiyê ji dayik bibû û yek ji damezrênerên yekemîn patiya Kurdî bû li Sûriyê.

Hemîd Hecî Derwîş ku kesayetekî naskirî û siyasetmedarekî karîger bû, roja 24ê Cotmeha 2019an li nexweşxaneyeke Qamişlo jiyana xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst