HPG: 4 gerîlayan di êrişeke kîmyayî de canê xwe ji dest dane

24-10-2021
RÛDAW
Nîşan PKK HPG Tirkiye Çekên Kîmyayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Baskê çekdarî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) îro nasnameya 4 gerîlayên xwe aşkere kir û ragihand, di êrişa artêşa Tirkiyê ya bi çekên kîmyayî de li Werxel a Avaşînê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya HPGê, her 4 gerîlayên wan beriya du heftiyan roja 10ê Cotmeha 2021an li devera Avaşîn “di bombebarana bi çekên kîmyayî ya artêşa Tirkiyê de” canê xwe ji dest dane. HPGê diyar kiriye ku 3 ji wan gerîlayan ji Bakurê Kurdistanê ne û yek jî ji Rojavayê Kurdistanê ye.

HPGê nasnameya wan gerîlayan jî aşkere kiriye û ragihandiye, di êrişê de “Ala Xidir Xelef bi nasnavê Hêvîdar Tirbespiyê ji Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê, Makbûle Kiliç bi nasnavê Yerîvan Kato ji Şirnexê, Sema Sumbul Erzîrom bi nasnavê Binevş Çiya û Yakûp Kizilaslan bi nasnavê Adil Gabar ji Wanê” jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya xwe de, HPGê destnîşan kiriye, “Tirkiyê piştî ku nekarî ji êrişa xwe ya berfireh a li ser Avaşîn, Metîna û Zapê encamê werbigire, ji bo veşartina vê têkçûna xwe, çekên kîmyayî bi kar anî û li dijî mirovahiyê tawana şer kir.”

HPGê di daxuyaniya xwe de gefa wê yekê xwariye ku dê tola wan gerîlayên xwe ku di êrişa bi çekên kîmyayî ya artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane, hilînin.

Her îro Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê amarên şer û pevçûnên 6 mehên derbasbûyî yên li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê ku dikevin nav axa Başûrê Kurdistanê belav kir û di rapora xwe de ragihand, artêşa Tirkiyê di heyama 6 mehên derbasbûyî de li nav sînorên Başûrê Kurdistanê 323 caran bi çekên kimyayî êrişî gerîlayên wan kiriye.

Heta niha Tirkiyê têkildarî daxuyaniyên PKKê yên derbarê êrişên kîmyayî li dijî gerîlayên wan de ti daxuyaniyek fermi nedaye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst