Rêveberiya Xweser tovê genim li ser cotkaran dabeş dike

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser tovê genim li ser cotkaran dabeş dike û Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê dibêje, ew dê alîkariya pêwîst pêşkêşî cotkaran bikin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo ragihand wan ji bo her 1 donim zevî ji genimê avî 35 kîlogram tov û ji bo 1 donim zevî ji genimê bejî 22 kîlogram tov terxan kirine û ev jî bi awayekî ku ji bo her cotkarekî ne bêhtir ji 5 tonan hatiye terxankirin, eger zevî bejî be, lê li gorî plana çandiniyê, eger zevî avî be, dana tov vekirî dimîne.

Li ser nirxê tov jî, Rêveberiya Xweser 1 kîlograma tovê genim bi 1200 lîreyên Sûrî diyar kiriye, di demekê de ku ji aliyê bazirganan ve, bi 1500 lîreyên Sûrî tê firotin.

Herwiha Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo tekez kir ji bo dabînkirina pêdiviyên werzê çandiniyê yên 2021-2022, ew dê alîkariya pêwîst pêşkêşî cotkaran bikin.

Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê rûbera erdê çandî bi genim û ceh, gihiştiye 800,000 hezar hektarî. Sala 2021 ji ber nebûna baranê  berheva xwecihî  ji genim, tenê 180,000 ton bû, di demekê de, ku salane ji bo dabînkirina tov û nan, pêdiviya deverê bi 600,000 tonê heye.