Li Erzinganê wesayîta leşkerî qeza kir

24-10-2018
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Erzingan Leşker Qeza
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Erzingan ê Bakurê Kurdistanê wesayîta leşkerên Tirkiyê wergeriya û di encama qezayê de leşkerekî canê xwe ji dest da û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

 

Li gor agahiyên berdest li navçeya Îlîçê ya Erzinganê wesayîta bi plakaya 24 ER 151  ku leşkerê pispor Çagri Adiyaman diajot ji kontrola wî derket û wergeriya.


Di encama bûyerê de leşkerê bi navê Furkan Kaplanbaba canê xwe ji dest da û ajokar Çagri Adiyaman û leşkerekî din bi navê Tarik Dost birîndar bûn.


Tîmên hawarçûna bilez du leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Mengucek Gaziyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst